Demîrtaş: Gel dikare parlementoyên nû ava bike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje heger pêwîst bibe, gel dikare parlementoyên nû ava bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje heger pêwîst bibe, gel dikare parlementoyên nû ava bikin.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro di komcivîna heftane ya partiya xwe de derbarê parêzbendiyan de diyar kir, hegger parêzbendiya hevalên wan were rakirin û parlementeriya wan ji dest wan biçe, ewê hemû vebijêrkan ber çavan bigirin.

Demîrtaş got, parlemento ne ji aliyê partiyan ji aliyê gelan ve tê avakirin, heger gel bixwazin dikarin çendîn parlementoyan jî ava bikin. Hêza gel heye  û ewê jî piştgiriya daxwaza gel bikin. Ew ne neçar in û ewê li gor daxwazên gel tevbigerin.

Duh, pêşniyara gûhertina makezagonê ya bo rakirina parêzbendiyan ji komîsyonê derbas bûbû û dê çend rojên din di Lijneya Giştî a Parlementoyê de dê were nirxandin.