“Bo Helebê pêwîst e Encûmena Asayişa Navdewletî bicive”

Fransa û Brîtanyayê daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji Encûmena Asayişa Navdewletî bo rewşa Helebê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa û Brîtanyayê daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji Encûmena Asayişa Navdewletî bo rewşa Helebê dikin.

Li gor balyozên her du welatan (Fransa, Brîtanya) yên li Netewên Yekbûyî, ji ber rewşa xerab yak u niha Heleb tê re derbas dibe, pêwîst e Encûmena Asayişa Navdewletî civîneke bilez lidar bixe û rewşa bajarê Helebê êdî aram bibe.

Piştî nemana agirbesta li Sûriyê yak u bi çavdêriya Washington û Mosko bû, di 27 Sibata borî de hatibû ragihandin, di 21 Nîsanê ve bombekirina rêjîmê ji Helebê re tundtir bû.

Koçka Spî ya Amerîkayê duh, ragihandibû, ku divê hikûmeta Beşar Esed pabendî agirbestê bibe û operesyonên xwe rawestîne.

Ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 250 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kes birîndar in. civaka navdewletî jî hewl dide agirbesta li Sûriyê ji nû ve têxe warê cibicîkirinê, ku Heleb jî li xwe bigire.