Rûsya beşek din ji firokeyên xwe ji Sûriyê vedikişîne

Wezareta Derve ya Rûsyayê 30 firokeyên xwe yên şer ji Sûriyê vedikişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê 30 firokeyên xwe yên şer ji Sûriyê vedikişîne.

Ajansa “TASS” ya Rûrî belav kir, ku Wezareta Derve ya Rûsyayê îro 30 firokeyên xwe yên şer ku di nava wan de firokeyên ji cura “SU25” hebû, ji Sûriyê vekişandin.

Ji 30 Îlona 2015an ve, Rûsyayê dest bi operesyonên esmanî li Sûriyê bo piştevaniya artêşa Sûriyê li dijî DAIŞê kir, lê hercar kir Amerîka û welatên rojava radigandin ku ji sedî 80 ji êrîşên Rûsyayê li dijî çekdarên opozîsyonê ne.

Tê zanîn ku, Rûsya di 15ê Adara borî de beşek ji hêza xwe ya esmanî ji Sûriyê vekişand, lê hin firokeyên wê heta niha li wî welatî dimînin.