Rêkeftin li Helebê girêdayî hin mercan e

Şerê li ser bajarê Helebê roja xwe ya 13mîn derbas dike û tevî biryar e ku civîna Encûmena Asayişa Navdewletî bo vê yekê were lidarxistin, lê hin siyastemedarên Kurd dibînin ku ti çareseriyên guncaw ji civînî dê dernekevin, herwiha dibînin ku zêdebûna destêwerdanê ji aliyên dewletên herêmî di Sûriyê de zehmetiyan li pêşiya çi rêkeftinê re çêdikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/958a5e22-4a4e-4442-a1ee-288ea0b5eea9/heleb-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Şerê li ser bajarê Helebê roja xwe ya 13mîn derbas dike û tevî biryar e ku civîna Encûmena Asayişa Navdewletî bo vê yekê were lidarxistin, lê hin siyastemedarên Kurd dibînin ku ti çareseriyên guncaw ji civînî dê dernekevin, herwiha dibînin ku zêdebûna destêwerdanê ji aliyên dewletên herêmî di Sûriyê de zehmetiyan li pêşiya çi rêkeftinê re çêdikin.

Li ser daxwaza welatên Fransa û Brîtaniyayê, biryar e ku îro civîna Encûmena Asayişa Navdewletî were lidarxistin, ta tê de rewşa bajarê Helebê were gotubêj kirin, Hin siyasetmedarên Kurd dibînin, ku ev civîn ti encaman dê biser nexîne û eger hebe jî ku agirbesteke demkî were ragihandin.Herwiha ev yek dê nebe beşek ji çareserkirina kirîza Sûriyê re.

Ji aliyekî din ve, hin aliyên siyasî tekez dikin, ku ti agirbest li bajarê Helebê biser nakeve, eger êrîşên grûpên îslamî yên bi ser opozisyonê ve li ser taxa Şêx Meqsûd neyine rawestandin. Herwiha didin zanîn ku tevî pêwîstiya bi agirbestê bo rewşa mirovî, lê berdewamiya destêwerdana dewletên xwedî bandor di kirîza Sûriyê de mîna Siûdiyê û Tirkiyê bi bandorên neyînî li ser çi rêkeftinên bo kirîza Sûriyê dê hebe.

Ji beriya 13 rojan ve taxên bajarê Helebê rastî topbaranê ji aliyê artêşa Sûriyê ve tên. Li gorî rawengeha Sûrî ya mafên mirovan zêdî 280 kesî jiyana xwe ji dest dane, ku 95 ji wan zarok û jin in. Tevî biryara lidarxistina civîna Encûmena Asayişa Navdewletî bo rawestandina vî şerî, lê hin çavdêrên siyasî dibînin ku ti agirbest bêyî çavdêriyeke navnetewî dê biser nakeve.