Mesrûr Barzanî: Çi bawerrî di navber a Kurdistan û Bexdayê nîne, weha jî dîyare ew peywendî na çê vebe

Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civata Asatîş a Herêm a Kurdistanê di gotarekê de ku di rojname ya Waşintin Post a Emeîkayî hatîye balevkirin, nivîsîye: Maf ê Kurde bi hêminî ji Îraqê cûda bibe.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civata Asatîş a Herêm a Kurdistanê di gotarekê de ku di rojname ya Waşintin Post a Emeîkayî hatîye balevkirin, nivîsîye: Maf ê Kurde bi hêminî ji Îraqê cûda bibe.

Mesrûr barzanî, di gotar a xwe de , behs a wê yekê dike ku netewe yên cuda yên Çraqê, çi tiştek ê hevpişîk nîne û a htîne naçarkirin  bi hev re çaverê çarenivîsek a ne dîyar bikin.

Herweha rawêjkar ê Civat Asayîşê di bêje: Dem a wê hatîye îtrafê bi wê yekê bikin ku dewlet a Îraqê tuşî şikestê bûye û berdewambûn di nav Îraqê de, Kurd hevrşî gelek nakokî yên din ên dirêjvekêş dê bibe.

Ev sal, bîrewerî ya 100 salî ya rêkkevtinname ya Sayiks Pêko ye û bi vê hilkevtê, rojname ya Waşintin Post, zincere raport û gotar li ser çarenivîs a ewê rêkkevtinnameyê û herweha ayînde ya Îraq û Suryayê belav kirîye.

Di yek ji wan raport ên ku evê rojanmeyê berî çend rojan belav kirîye, têde hatîye, daxwaz dihê kirin Emerîka û welat ên rojava , rêyek a dî ya nû vebînin bo Rojhilat a Navîn, wek cihvegir ê rêkkevtinname ay Saykis Pîko.

Ji alyekê dî ve, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, nivîsîye, dagîrkirin a bajar ê Mûsilê û pişkek a mezin a dever n derdor ê wê li sal a 2014 û şikestin a supa yê Îraqê, ewê rastîyê aşkera dike, ku Îraq welateke nekare bervanîyê li xwe bike û nizane berjewendî yên wê li kêrêne.

Herweha Mesrûr Barzanî nivîsîye: Bi hev re jîyan bi xurî, ezmûnek a serkevtî nebû, lew di dawî ya ev sal de,  Herêm a Kurdistanê rifrandomê  dê encam bide bo damezirandin a wê deewlet a serbxwe ku bi fermî, Me dê ji Bexdayê Cuda bike û di dawîyê de dewletek bo gel ê Kurd durist bibe.

Herweha Mesrûr Barzanî di gotar a xwe de dibêje: Pêngav a rifrandomê, Harîkarî Kurd dike û Ûmêdê bo vegere û diltenahîyê jî bo deverê dê vegerîne, ji bo ku  ji wê demê ku rijêm a Sedam heriftîye, Kurdistanê selmandîye ku dkare hevpeymanek ê bawerpêkirî be li gel hevsû yên xwe û herweha bûye metelek a hesinî jî li şerrê dijî Daişê û qurbanî yên mezin jî dane bo rizgarkirin a dever ên Ereb nişîn.

 Di dawî ya gotar a xwe de, Mesrûr Barzanî dibêje: Herêm a Kurdistan hemû hewlek daye daku Bexda bi akincî vemeîne û li gel hikumet a navend hemû pêngavek havêjtine bo çareserkirin a arîşeyan, lê çi tişt serkevtî nebûye û Bexda wek alav li Kurd diner, neku wek hevwelatî û niha jî çi bawerrî di navber a Herêm a Kurdistan û hikumet a Bexdayê nîne, weha jî dîyare ev peywendî naçêbeve.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/21edc710-2895-4f71-bf33-915ad25ac1a9/MB%20Washington%20Post.ism/manifest