Agirbesta bajarê Helebê bo sê rojên din dirêj bû

Di pênşema borî her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesta bajarê Helebê Parêzgeha Laziqiyê lihevkirin, ew agirbest îro, bi dawî dihat lê bo sê rojên din hate dirêjkirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê agirbesta demikî ya bajarê Helebê ya ku, di pênşema borî de, hatibû ragehandin bo sê rojên din hete dirêjkirin.

Derbarê dêrêjkirina agirbestê Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: B"i armanca zêdebûna aloziya rewşa bajarê Helebê û li gor destpêşxeriya aliyê Rûsyayê me agirbest sê rojên din li Helebê û Parêzgeha Laziqiyê dirêj kir."

Ji aliyê xwe Amerîka li ser pêbendiya xwe bo dirêjkirina agirbestê berdewame û bo wê yeke jî pêwendiyên wê li gel Rûsyayê berdewamin.

Di pênşema borî her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesta bajarê Helebê Parêzgeha Laziqiyê lihevkirin, ew agirbest îro, bi dawî dihat lê bo sê rojên din hate dirêjkirin.