“Dibe li Diyarbekirê parlementoyek alternatîf were avakirin”

Hevserokê KONGRA-GEL dibêje, dibe ku li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê parlementoyek alternatîf were avakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Kongreya Gel dibêje, dibe ku li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê parlementoyek alternatîf were avakirin.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal ji malpereke nêzikê PKKê re ragihand, ku dewleta Tirkiyê bi polîtîkayên şerî dixwaze rê li ber tevgera kurdî bigre. Dixwaze bi rakirina parêzbendiya parlementeran opozîsyonê bêdeng bike.

Remzî Kartal got, heger pirsa Kurdî neyê çareserkirin û derbarê têkoşîna demokrasiya Tirkiyê de Kurd tenê bimînin, gelê Kurd ne neçar e. Avakirina parlementoyek li bajarê Diyarbekirê di rojevê de ye.

Hefteya borî Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya rakirina parêzbendiyan de diyar kiribû, parlemento ne ji aliyê siyasiyan, ji aliyê gelan ve tê avakirin. Ger pêwîst bibe xelk dikare çendîn parlementoyên din jî ava bike.