13 Îranî li Helebê hatin kuştin

Hêza Paswanên Îranê dibêje, di şerê Helebê de 23 endamên wê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Paswanên Îranê dibêje, di şerê Helebê de 23 endamên wê canê xwe jidest dane.

Ajansa “Fars” ya îranî li ser zarê berpirsekî di Hêza Paswanên Îranê ragihand, 13 şêwirmendên leşkerî yên îranê di şerê parêzgeha Helebê de canê xwe jidest dan û 21 endamên din birîndar bûn.

Girûpên îslamî duh êrîşeke berfereh li devera Xantûmanê kiribûn, hat ragihandin ku gelek kes ji herdu aliyan canê xwe jidest dane.

Ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 275 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kes birîndar in.

Amerîka û Rûsyayê, agirbest bajarê Helebê roja 5 Gulanê ragihandin, lê hin grûpên îslamî mîna Eniya el-Nusra û Ceyş el-Fetih ragihandin, ku ew pabendî ti agirbestan nabin.