Li Colemêrgê 30 kes hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Çelê ya Colemêrgê qedexeya derketina derve li 5 gundan berdewam dike. Di operasyonên îro de endamên HDP'ê û DBP'ê jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.
Parêzgariya Colemêrgê, ji ber operasyonan, gundên Aşût û Gêmanê jî di nav de li 5 gundên herêm Qaşûrayê qedexeya derketina derve ragehandibû. Her wiha li herêmê operasyonên leşkerî jî berdewam dikin.
Leşkeran di operasyonê de li gundê Aşût û Gêmanê, endamê Meclîsa Bajarê Colemêrgê Ebdula Olmez jî di nav de 30 kes girtin binçavan.
Hat ragehandin, li devera qedexe hatiye ragehandin, operasyonên leşkerî berdewam dikin.