Li Sûriyê 3ê rojnamevanên biyanî hatin berdan

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandî, ew rojnamevan li taxa El-Meadî ya Helebê di 13ê Gulana 2015an de hatibûn revandin, da zanîn ku, ew navçe di bin kontirola girûpên opozîsyonê de bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Ispanyayê ragehand ku, sê rojnamevanên wê, ber deh mehan li Sûriyê hatibûne girtin serbest hatin berdan.

Derbarê serbest berdana wan rojnamevanan Berdevka Hikumeta Ispanyayê di daxuyaniyekê ji ajansa Frans Perss re wiha got: "Berî çend seatan her sê rojnamevanê me, José Manuel López, Angel Sastre û Antonio Balmija ku, berî deh mehan li bakurê bajarê Helebê hatibûne girtin serbest hatin berdan."

Berpirsa Ispanî da zanîn ku, rewşa wan ya tendirûstî jî başe. Aşkere kir ku, ew niha li cihekî aram in û di hundirê 3 saetan de, ew rojnamevan digehin welatê xwe.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandî, ew rojnamevan li taxa El-Meadî ya Helebê di 13ê Gulana 2015an de hatibûn revandin, da zanîn ku, ew navçe di bin kontirola girûpên opozîsyonê de bûn.