2 dayik li navendeke YPJê ketine girêfta birçîbûnê

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, du dayikên Kurd li Navendeke Leşkerî ya Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji heyama 4 rojan ve ketine girêfta birçîbûnê.

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, du dayikên Kurd li Navendeke Leşkerî ya Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji heyama 4 rojan ve ketine girêfta birçîbûnê.

Li gor peyamnêrê K24ê li Qamişlo, ji ber sedema ku YPJê du keçên di jêr 18 saliyê re tevlî nava refên xwe kirine, herdu diyên wan keçikan li Navenda Leşkerî ya YPJê ji heyama 4 rojan ve ketine girêfta birçîbûnê.

Ji aliyê xwe ve, endamên YPJê jî, ji metirsiya ku rewşa herdu dayikan a tendirustî ber bi nexweşiyê ve here, dixwazin herdu dayikan ji navendê derxînin, lê herdu dayik nerazîbûna xwe nîşan didin, ku  bê keçên xwe venagerin malên xwe.

Herwiha, li Kobanê jî malbatek dibêje, ku YPJê keça wan Yasmîn Ibrahîm a 11 salî tevlî refên xwe kirine, herwiha daxwaza vegera keça xwe dikin.
Hêjayî gotinê ye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser peymanên navnetewî îmze kiriye, ku ciwanên di jêr 18 salî ve tevlî hêzên xwe yên leşkerî nekin.