Baydemîr: Ti hêvî di parlemrntoyê de nemaye

Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê dibêje, rêbaza çareseriya li Başûrê Kurdistanê çi be, dê li Bakur jî rêbaza çareseriyê ew be û ew rêbaz jî azadî ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/43eba03d-45f8-4648-b47a-78f97fb0c5d1/ParlementereHDPeYeRihayeOsmanBaydemirGotHeviJiParlementoyaEnqereyeNemaYe.ism/manifest

K24 – Enqere

Parlementerê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê dibêje, rêbaza çareseriya li Başûrê Kurdistanê çi be, dê li Bakur jî rêbaza çareseriyê ew be û ew rêbaz jî azadî ye.

Parlementerê HDPê Osman Baydemîr li Diyarbekirê, di civîna ÎHDê de derbarê nîqaşên li ser parlementoya Enqereyê û damezrandina parlementoyeke alternatîf li Diyarbekirê de axivî. Baydemîr got, kêfa piraniya xelkê yê li Rojavayê Tirkiyê dijîn, ji malwêraniya li Bakurê Kurdistanê hatiye jiyîn re tê. Baydemîr amaje bi wê yekê kir ku,  rêbaza çareseriya li Başûrê Kurdistanê çi be, dê li Bakur jî rêbaza çareseriyê ew be û ew rêbaz jî azadî ye.

Li gorî Baydemîr, êdî hêvî ji parlementoya Enqereyê nema ye û li şûna şer û pevçûnan cîrantiyeke bêşer û pevçûn dê baştir be.