Li Bakur parlementoyeke alternatîf tê nirxandin

Piştî nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyan, Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal behsa parlementoyeke alternatîf li Diyarbekirê kirin. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên li Diyarbekirê ev gotin nirxandin. Piraniya siyasetmedaran dibêjin damezrandina parlementoyeke alternative, divê bi lihevkirina miletên li Tirkiyê dijîn bê dayîn, yan dibe ku şerê li Bakur dijwartir bibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/85910598-582d-4e32-a593-11256186b154/Li%20Diyarbekire%20Parlementoyeke%20Heremi.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Piştî nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyan, Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal behsa parlementoyeke alternatîf li Diyarbekirê kirin. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên li Diyarbekirê ev gotin nirxandin. Piraniya siyasetmedaran dibêjin damezrandina parlementoyeke alternative, divê bi lihevkirina miletên li Tirkiyê dijîn bê dayîn, yan dibe ku şerê li Bakur dijwartir bibe.

Diyarbekir weke paytexta siyaseta Kurdî jî tê zanîn. Her tim li hemberî biryarên li Enqereyê têne dayîn, bersiva Diyarbekirê jî tê meraqkirin. Derbarê parlementoyeke alternatîf de nêrînên partiyên li Diyarbekirê dûrî hev in. Li gorî Serokê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Dara Akar, fikra parlementoyeke herêmî ne niştimanî ye. Akar dibêje di sala 1995-an de li Ewropayê jî Parlementoya Kurdî ya li Ewropayê hatibû damezrandin, lê belê bêencam mabû.

Akar ji K24ê re got jî: “Meseleya Kurdî li Parlementoya Tirkiyê de çareser dibe. Meseleya Kurdî, ya mafê mirovan û yên din jî, divê li Enqerê werin safîkirin. ”

Li Diyarbekirê niha Kongreya Civaka Demîkratîk (KCD) heye. Hevseroka KCDê ya berê Selma Irmakê digot; KCD weke parlementoya Bakurê Kurdistanê ye. Aliyên HDPê û DBPê dibêjin her tim alternatîfeke ya Kurdan heye. Cîgira Hevserokê Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP)ê ya Diyarbekirê Leyla Ayaz dibêje, tê xwestin ku parlementerên HDPê ji parlementoya Tirkiyê werin derxistin.

Herwiha Ayaz ji K24ê re got jî: “Heger weke salên 90’an bê xwestin ku endamên partiyekê bi darê zorê ji parlementoyê werin derxistin hingê mafê gelan jî heye ku parlemtoyeke alternatif ava bikin û siyaseta xwe li herêmê berdewam bikin.”

Li Bakurê Kurdistanê hê jî li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Hezex, Şirnex û Geverê şer û qedexeya derketina derve didome. Di nava van aloziyan de gotinên ragihandina parlementoyeke din, tirsa pevçûnan zêde dike. Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê (PSK) Mesud Tek dipirse û dibêje; hê ne diyar e ku dê navê parlementoya ku tê xwestin dê çi be? Li gorî Tek, heger navê wê “Parlementoya Kurdistanê” be jî dê rewac nebine.

Tek axivî û got: “Nûnerên HDPê ne tene bi dengen Kurd an hatine hilbijartin; Tirkan jî dengên xwe dane wan. Ji ber wê yekê ew parlementoya ku qerar e li vir (Diyarbekir) were damezrandin dê ne parlementoya Kurdistanê be.”

Aliyên Îslamî yên Bakur jî dibêjin, ew jî doza bidestxistina mafê rewa yê Kurdan dikin lê bi rêbazên aştiyane. Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî dibêje di nava şertên îro de parlementoyeke alternatîf nayê qebûl kirin.

Yapicioglu ji K24ê re axivî: “Beriya îlankirina parlementoyê gotin ‘Xweseriya Demokratîk’, gotin ‘Rêveberiya Xweser’, lêbelê ji xeynî tuha, kuştin û xirabkirinê  tiştek din ji Kurdistanê re neanî.”

Li gorî hin çavdêrên siyasî, divê parlementerên HDPê li dijî daxwazên rakirina parêzbendiyê têkoşînê li Parlementoya Enqereyê de bimeşînin. Çavdêrê siyasî û lêkolîner Îbrahîm Guçlu, rexneyan li şêwaza siyaseta HDP, KCD û PKKê digire û dibêje, nikarin her dem li ser navê gelekê stratejiye biguherin.

Guçlu got jî: “HDP dixwaze ji bo PKKê parlementoyek ava bibe. Yanî dixwaze ji bo xwe dezgehekê çêbike. Ya rast ew dezgeh heye û ew jî Kongreya Civaka Demokratîk e. Ne hewce ye ji nû ve parlementoyekê ava bikin. Bila hema parlementerên wan jî werin bibin endamên wir. Hingê mesele diqede; heger mesele ew be.”

Çavdêrên siyasî û lêkolîner bibîrdixin, miletê Kurd jî weke her miletê cîhanê xwedî maf e ku dewleta xwe ava bike, lêbelê li Tirkiyê meseleya fedaralîzmê û ya parlementoyeke cuda girêdayî du miletan e. Heger du milet qebul nekin dê şer derbikeve. Ji ber wê yekê tê gotin ku zemîna parlementoyeke cûda hê jî nîne.