Qamişlo: Rêjîm daxwaza valakirina şaredarî û Girtîgeha Elaya dike

Li bajarê Qamişlo rêjîma Sûriyê daxwaza valakirina şaredariya bajêr herwiha Girtîgeha Elaya ji hêzên leşkerî yên girêday Rêveberiya Xweser dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2b2572e2-66ac-460a-b369-4564020c57e9/Rebend%20Qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo rêjîma Sûriyê daxwaza valakirina şaredariya bajêr herwiha Girtîgeha Elaya ji hêzên leşkerî yên girêday Rêveberiya Xweser dike.

Di çarçoveya daxwazên rêjîma Sûriyê bo vegirandina Girtîgeha Elaya ya Ku di şerê vê dawiyê de ket bin kontrola hêzên girêdayî Rêvebeiya Xweser de. Endamên Asayişa Rojava amaje dikin, ku 
radestkirina zindana Elaya ya stratîcîk û Foca Berevaniya Niştîmanî ji bo hêzên hikûmeta Sûriyê mijarek e, ne cihê gengeşê ye di bin çi gefê de be.

Berpirsê parastina Girtîgeha Elaya Ebdê Xelo ji K24ê re got: “Ev 2 roj in, li kolan û bazaran tê bilavkirin, ku Asayişa Rojava Girtîgeha Elaya radestî rêjîmê kiriye, ev yek ne rast e.”

Di nava bajarê Qamişlo jî de, hêzên girêday hikûmeta Sûriyê rijd in li ser daxwaz valakirina şarederiya bajêr ji hêzên ewlehiyê yên girêday Rêveberiya Xweser û ev yek rêkeftina di navbera Asayişa Rojava û hêzên girêday rêjîma Sûriyê dixe metirsiyê de, bi taybetî niha her du alî bizava avakirina rêbendên nû dikin

Ji aliyê xwe ve, endamên Asayişa Rojava tekez dikin, ku bilindkirina asta parstina saziyên rêveberiya xweser nayê wateya egera dubarebûna şer li nava bajarê Qamişlo. Endamê

Asayişa Rojava Azad Mihemed ji K24ê re axivî û got: “Em mewzî û rêbendên nû datînin, ta ku em saziyên girêday Rêveberiya Xweser li deverê bi awayekî gungayî biparêzin, herwiha em parastina wan zêde bikin.”

Di 23 yê meha borî de, piştî 3ê rojan ji şer û pevcûnên di navbera Asayişa Rojava û hêzên rêjîma Sûriyê de, aliyên nakok gihştin rêkeftinekê ku ji 8 bendan pêk tê. Lê li gor şopîneran tevî pabennedbûna hêzên girêday hikûmeta Sûriyê bi hin xalên rêkeftinê, her dU alî hevnerîn in, li ser berdewamiya agirpestê û cibicîkirina aramiyê.