Wezîr a bervamanî ya Îtalîyayê, Dû rojan bizav ên mirovî û diplomasî li Herêmê encam dide
K24- Hewlêr
Wezîr a bervanî ya Îtalîya, Robêrta Pînotî serdan a kemp a Xankê ya penaber ên Şengarê kir li rojava ya Duhokê û biryare hinek harîkarî yên welat ê xwe pêşkeşî koçberan bike.
Wezîr aberevanî ya Îtalîya, Robêrt a Pînotî, bi yawerî ya hijmarek a rawêjkar ên serbazî yên welat ên xwe gehiştin Hewlêr a paytext a Herêm a Kurdistanê.
Duhî wezîr a bervanî ya Îtalîya gehiştibû Bexdayê û li gel serok wezîr ê Îraqê Heyder Ebadî û wezîr ê berevanî ya Îraqê û hijmarek a berpirs ên Îraqê kom bibû. Piştî çend demjimêranli Bexdayê vemay, wezîr a Berevanî ya Îtalîyayê ber bi Kurdistanê ve hat. Her yek ji Kerîm Şengarî, Wezîr ê hindûrî yê hikuemt a herêm a Kurdistanê û Felah Mistefa, berpirs ê Fermangeh a Peywendî yê n Derve ya hikumet a Herêm a Kurdistanê li pêşwazî ya şandê bûn.
Li gor zanyarî yên Kurdistan 24, biryare wezîr a bervanî ya Îtalîyayê dû rojan li Kurdistanê vemîne û li gel serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî û serok ê Civat a Wezîran, Nêçîrvan Barzanî bicive.
Evro jî Robêrta pînotî, wezîr a berevanî ya Îtalîyayê serdan a kemp a Xankê ya penaber ên Şengarê kir li Rojava ya Duhokê û biryare harîkarî yên welat ê xwe pêşkeşî wan awreyan bike.
Îtalîya yeke ji welat ên Hevpeyamanî ya Nêvdewletî li dijî Daişê û nêzîkî 150 rawêjkar ên serbazî yên wî welatî li Îraqê û li Herêm a Kurdisnê Hene û her ji destpêk a şerr ê Daişê harîkarî yên serbazî pêşkeşî hêz ên Pêşmerge kirîne.