Rejîma Sûriyê Idlib bombebaran kir:10 kes kuştî

Parêzgeha Idlibê di bin kontirola grûpên opozîsyona Sûriyê de ye, di nav de jî Cehet El- Nûsrayê û Ehrar El-Şam de ye û bi 50 kîlometreyan ji Helebê dûre.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên rejîma Sûriyê danê vê sibehê, êrîşî bajarê Idlibê kirin, di encama bombebarankirina wan firokeyan de, 10 kes hatin kuştin.

Derbarê wan êrîşan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de, wiha gotibû: "Pişî dirêjkirina agirbesta bajarê Helebê derengiya şevê din ji aliyê Artêşa Sûriyê bo du rojan, firokeyên rejîma Saûriyê de bi opoerasyonên li dijî navçeyên di bin kontirola opozîsyonê li bajarê Idlibê kiein, di encam de 10 welatiyên sivîl hatin kuştin."

Rewangehê da zanîn ku, serkirdeyekê leşkerî ya opozîsyona Sûriyê, di encama bombebarankirinê de canê xwe ji dest da, bêyî ku, nasnameya wî serkirdeyî aşkere bike.

Parêzgeha Idlibê di bin kontirola grûpên opozîsyona Sûriyê de ye, di nav de jî Cehet El- Nûsrayê û Ehrar El-Şam de ye û bi 50 kîlometreyan ji Helebê dûre.