Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê: Herêma Kurdistanê dê sûdê ji vekirina konsulxaneya Qeterê bibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê Omer Berzincî tekez kir, Herêma Kurdistanê dê sûdeke mezin ji vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê werbigire. Herwiha got, Qeter bi niyaz e ku peywendiyên xwe bi Iraqê re bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixe.

Omer Berzincî di hevpeyvînekê bi K24ê re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke qewareyeke siyasî û destûrî bi başî ketiye nav hevkêşeya siyasî û kariye peywendiyên xwe bi cîhanê û bi taybet welatên kendavê re baştir bike.”

Berzincî ku ji sala 2019an heta 2022an Balyozê Iraqê li Qeterê bû got: “Pêwendiyên Qeterê ligel Iraqê, bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re di dema mana wî ya li Dohayê de, di warê aborî, siyasî û civakî de bipêş ketine.”

Li gorî Berzincî, dema ku ew Balyozê Iraqê li Qeterê bû, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend caran serdana Dohayê kirin û di asta bilind de, pêşwazî li wan hatin kirin.

Birîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, Qeter û Herêma Kurdistanê dikarin pêwendiyên xwe baştir bikin û ev peywendiyên dê di berjewendiya her du welatan de bin.

Biryar e sibe 26ê Gulana 2024an Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê bi fermî were vekirin. Birîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê jî tekez dike: “Herêma Kurdistanê dê sûdeke mezin ji vekirina Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê werbigire. Vekirina konsulxaneyê cihê pîrozbahiyê û dilxweşiyê ye.”