Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên Bexda şermezar kir
K24-Navenda Nûçeyan
Serokayetiya Herêma Kurdistanê derbarê teqînên ku, duh, li Bexda paytexa Iraqê pêk hatîn daxuyaniyek da, tê de ew teqîn bi tundî şermezar kir, ev jî deqa wê daxuyaniyê ye:
Bi xem û kovaneke mezin roja çarşemê 11.05.2016an. di encama zincîrek teqînan ku, li navçeyên Bexda pêkhatin, tê de, hejmarek zêde ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Serxweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdan dikin, herwiha, hêviya başbûnê ji hemû birîndaran re dikin, bi tundî wan kiryarên ne mirovan e şermezar dikin, tero û tundrewî li dijî pêkvejiyan û pexteweriya xelkê ye, li dijî jiyana hemû welatiyan e, lewma rûberûbûna terorê û jinavbirina wê divê ewlewiyeta karê hemû aliyan be.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.05.2016