Li Diyarbekirê teqîn: birîndar gelek in
K24 – Diyarbekir
Li bajarê Diyarbekirê navçeya Hênê teqînek rûda, hejmara birîndara jî zêde ne.
Peyamnêrê K24ê ragihand, berî bîstekê li bajarê Diyarbekirê li ser riya Hênê taxa Kûmevlerê teqînek mezin rû daye. Hejmarek zêde ambûlans û hêzên ewlekariya Tirkiyê li cihê bûyerê tên vegûhestin.