Li Colemêrgê şerê Artêşa Tirkiyê û HPG berdewam e
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hêzên Parastina Gel HPGyê Bextiyar Dogan ragrhand ku, di serê li bajarê Colemergê navçeya Çelêde de,hêzên wan li dijî leşkerên Tirkiyeyê operasyon pêk anîne û di encamê hejmarek zêde leşker hatine kuştin.
Berdevkê HPG bi awayek taybet ji Kurdistan24ê re ragihand Ku, gerîlayên wan firokek jî xistine. Agahiyên ji aliyê serekeniya Tirkiyeyê ve hatine belav kirin bêbingeh û ji rastiyê dûr in.
Duh, berbangê li bajarê Colemêrgê, navçeya Çelê navbera gerîlayên PKKyê û Arteşa Tirkiyeyê şerek dijwar derketibû.
Li gor ragihandina serekaniya Tirkiyeyê 8 leşker û 6 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û firokeyek jî ji ber arîşeyên teknîkî ketiye.