Sînan Çîftyurek:Teqîn û operasyonên li Bakur û Tikriyê şaş in

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, di demên dawiyê de, teqînên bi trimbêlên bombekirî zêde dibin û bi xwe re jî gelek encamdayînên metrisîdar peyda dikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek ragehan ku, ew wan çalakî û teqînên ku, ji berî şeş meha û heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne encamdan şermezardikin û şaş dibînin.

Derbarê berdewamiya çalakiyên şer û pevçûnan, herwiha opoerasyonan li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê û bandora wan Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek ji K24ê re wiha got:"Gotinekê pêşiyan a Kurdan heye dubêje ku, şopa hespan û ya koçikan tevil hevdibe, di van şer û çalakiyan de şopa hespan û ya koçikan tevil hevbûye, lewma em dibînin ku, ew şer û teqîn li bajaran were rawestandin wê gelekî başbe."

Çîftyurek aşkere kir ku, ew wan çalakî û teqînên yên ku, ji berî şeş meha û heta niha li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne encamdan şaş dibîne.

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, di demên dawiyê de, teqînên bi trimbêlên bombekirî zêde dibin û bi xwe re jî gelek encamdayînên metrisîdar peyda dikin.