PKD-T û KADEPê dibin yek

Di siyaseta Kurdî ya Bakur de du partiyên kevin dibin yek û dest bi siyaseta aktîf dikin. Biryar e ku di 27'ê vê mehê de li Diyarbekirê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) bi daxwiyaniyeke hevpar yekitiya xwe ragihînin.

K24 – Diyarbekir

Li gorî daxuyaniyên rêvebirên her du partiyên navborî(PDK-T, KADEP), ji beriya 8 mehan e, ku xebatên ji bo herdu  partî bibin yek têne meşandin. Rayedarên KDP-T'ê dibêjin, ew dixwazin di siyaseta Kurdî de rûpeleke nû vekin û bibin aktoreke bihêz yê çareserkirina pirsa Kurdî.

Rayedarên KDP-T'ê radigihînin ku dê ew beşdarî hilbijartinên 2019'an bidin û encameke baş dê ji hilbijartinan bistînin.

Her dîsa rayedarên PKD-T'ê û KADEP'ê tînin ziman ku hejmareke zêde ya Kurdên Bakur ji ber şer û pevçûnan Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)'ê berpirsiyar dibînin û dilê wan ji HDP'ê maye.

Rayedarên partiyan amaje bi wê yekê dikin ku, ew dixwazin hemû hêz û partiyên nêzîkî hevdu ne di bin banekê de bigihînin hev û hêviyê bidin xelkê. PKD-T ya nû dixwaze di destpêkirina pêvajoyeke nû de li ser mêzeyê çareseriyê cih bigre.