Armanca stratejiya PKK’ê ji otombêlên bombebarkirî çî ye?

Ji Tîrmeha 2015’an ve di şerê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê de her du aliyan zaiyatên mezin dan. Lêbelê PKK’ê ji Çileya 2016’an ve dest bi êrişên bi wesayitên bombebarkirî kir. Di 5 mehên dawî de tenê li Diyarbekirê 7 caran bi wesayitên bombebarkirî êriş hatin kirin. Çavdêrên siyasî dibêjin, armanca van êrişan ew e, ku Tirkiyê bêîstîkrar bikin û Tirkiyê jî bi zindanîkirina qedroyên siyasî bersiva PKK’ê dide û dixwaze siyaseta legal qels bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5a2ec17a-ffe7-46ef-ae22-9c8b4ce18f52/ArmancaStratejiyaPKKeJiWesayiten.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Ji Tîrmeha 2015’an ve di şerê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê de her du aliyan zaiyatên mezin dan. Lêbelê PKK’ê ji Çileya 2016’an ve dest bi êrişên bi wesayitên bombebarkirî kir. Di 5 mehên dawî de tenê li Diyarbekirê 7 caran bi wesayitên bombebarkirî êriş hatin kirin. Çavdêrên siyasî dibêjin, armanca van êrişan ew e, ku Tirkiyê bêîstîkrar bikin û Tirkiyê jî bi zindanîkirina qedroyên siyasî bersiva PKK’ê dide û dixwaze siyaseta legal qels bike.

Di 14’ê Çileya 2016’an de li navçeya Çinar ya Diyarbekirê li dijî avahiya Ewlekarî û Lojmanên Polîsan bi toneke teqemenî êriş hate kirin. Di êrişê de yek jê polîs 6 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn. Ev êrişa PKK’ê ya yekem ya bi wesayîtên bombebarkirî bû. Mamosteyê Beşa Têkiliyên Navdewletî û Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Cuma Çîçek dibêje, PKK bi rêbaza xendek û berbestan bi ser neket û ji ber wê yekê stratejiya xwe guhert.

Çîçek ji K24ê re axivî û got: “Diyar e, ku PKK bi şerê xendek û berbestan dixwest gel bi girseyî bi awayeke leşkerî mobîlîze bike, lêbelê di vê meseleyê de bi ser neket. Û ez bawer im ku mecbûr ma xeteke nû bi de ber xwe. Wateya vê ew e ku êdî naxwaze tenê li qadekê hakîm be. Bi leşkerî û giranî êdî êrişî dewletê dike. ”

Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê dida zanîn ku ew bi van êrişan tola xelk û PKK’yiyên li Bakur ku ji aliyê dewletê ve têne kuştin distînin. Ji ber wê yekê êriş li pey êrişan hatin kirin. Di 7 êrişan de sivîl û hêzên ewlekariyê jî di nav de herî kêm 38 kesan canê xwe ji dest dan û 180 kes ji birîndar bûn.  Ev ne êrişên xwekûjî bûn; lewra ajokarê wesayitên bombebarkirî ewil wesayît li cihekî nêzîkî hêzên ewlekariyê parq dikir û dûv re ji dûr ve diteqand. Derbarê dewleta Tirkiyê bi çi rêbazê bersiva PKK’ê dide. Persiva vê pirsê jî mamoste Cuma Çîçek wiha dide: “Ji xwe dewletê bersiva herî tûn da. Lê gelo ji vê zêdetir dikare çi bike?  Dewlet dibe ku li hemberî van çalakiyan lojîstîka van çalakiyan qels bike. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim dê dewlet berê xwe bide qada siyasî, qada legal. Dê zêdetir bi ser qedroyên ku li vir dixebitin de biçe û dê qada wan tenq bike. ”

Li gorî Çîçek, ji xwe Tirkiyê di qada navdewletî de di pêvajoyeke zehmet de derbas dibe û PKK jî dixwaze bi van êrişan zorê bide AK Partiyê, da ku gavekê paşde bavêje. Ji aliyekê ve tê gotin, ku şerê li nava bajaran û êrişên bi wesayitên bombebarkirî zirarê dide siyaseta Kurdî, lêbelê pispor dibêjin, destkeftiyên siyasî ne xema PKK’ê ye. Daxwaza xelkê ji dewletê ew e, ku operasyonên leşkerî û siyasî bisekinîne û PKK jî dev ji êrişan berde. Ji aliyekê ve jî rûdanên dawî weke nîşaneya xûrtkirina şer têne şîrovekirin.