Qerekolê zirpoş li nava Sûrê têne avakirin

Li nava 5 taxên taxên Sûra Diyarbekirê qerekolên seyar yên zirpoş têne bicihkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî dê hêzên taybet yên ewlekariyê di van qerekolan de bin.

K24 – Diyarbekir

Li nava 5 taxên taxên Sûra Diyarbekirê qerekolên seyar yên zirpoş têne bicihkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî dê hêzên taybet yên ewlekariyê di van qerekolan de bin.

Di serê Nîsana 2016’an de Parêzgriya Diyarbekirê biryar dabû, ku li nava 6 taxên Sûrê 9 qerekolan demkî ava bike. Îro jî bi balhilgiran qerekolên zirpoş ji bo xalên diyarkirî hatin veguhestin.

Ji 2’ê Kanûna 2015’an şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS)’ê li navçeya Sûrê destpê kirin û bi dirêjiya 103 rojan dewam kir.

Li gorî agahiyên fermî, 350 YPS’yî û derdora 70 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe ji dest dan.  Derdora 25 hezar niştecihên Sûrê malên xwe bicîhiştibûn.