Li Amedê bi merasîmekî termê 13e kesan hat binax kirin

Derbarê rûdanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) dabû xuyakirin, teqamenî bi armanca veguhestinê di otombêlê de bûn û di encama gulebarankirina gundiyan de teqiyaye.

K24-Navenda Nûçeyan

Termê 13 kesên ku li gundê Herbecînê yê Diyarbekirê di encamê teqîna otombîlek bombe barkirî de canê xwe ji dest da bûn, bi merasîmek girseyî hatin veşartin.

Wezîrê Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz, Cîgirê Serokê AK Partiyê Mehdî Eker û gelek parlamenter û rayedarên dewletê beşdarî merasîmê bûn.

Duh, Saziya Tendirustiya Dadwerî ya Stenbolê, encamên taqîkirina DNA'yê aşkera kir ku, 13 kesên ku, piştî teqînê agahî ji wan nehatibû girtin, canê xwe ji dest dane.

Term, bi rêya balefirê gihîştin Diyarbekirê û îro, danê sibê bi 13 ambulansan hinardin gundê Herbecînê. 13 term, li goristana gund di goreke komî de hatin xakspardin.

Di roja 13'ê Gulanê de li gundê Herbecînê di encamê teqîna otombêlek bombebarkirî de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn 24 kes jî birîndar bûbûn û ji 13 kesan jî agahî nehatibû girtin.

Derbarê rûdanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) dabû xuyakirin, teqamenî bi armanca veguhestinê di otombêlê de bûn û di encama gulebarankirina gundiyan de teqiyaye.