Almaniya helbesta li dijî Erdogan hatî gotin qedexe kir

Parêzerê Erdogan yê Almanyayê Hobertus von Sprenger got, ew ji biryarê kêfxwex e lê parezerê Bohmermannê got ev biryar sansurekê weşangeriyê ye.

 

K24- Navenda Nûçeyan

Dadgeha Wîlayeta Hambûrg ya Almanyayê, helbesta komedyen Jan Bohmermann ya dijî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, qedexe kir.

Hunermendê Komedyayê Jan Bohmerman li dijî Erdogan bi armanca nukteyê helbestek nivîsand û vîdyo belav kir.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî li dijî komedyenê serî li dadgehên Almanî dabû ku, helbest bê qedexekirin.

Dadgehê, helbesta Bohmermannê di çarçoveya komedyayê de nirxand lê dîsa jî beşeke mezin a helbestê dijî yasayan dît û weşandina helbestê qedexe kir.

Parêzerê Erdogan yê Almanyayê Hobertus von Sprenger got, ew ji biryarê kêfxwex e lê parezerê Bohmermannê got ev biryar sansurekê weşangeriyê ye.

Dozvekirina Erdoganê li Almanyayê deng vedabû. Ser gelek gef xwarinan, bo parastina Bohmermannê pasewan hatibûn erkdar kirin.