Washington serdana nûnerê Obama bo Kobanê red dike

Wezareta Derve yê Amerîkayê red dike, ku Nûnerê Taybet yê Serokê wî welatî di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett Mc Gurk serdana Rojavayê Kurdistanê kiribe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Amerîkayê red dike, ku Nûnerê Taybet yê Serokê wî welatî di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett Mc Gurk serdana Rojavayê Kurdistanê kiribe.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kerby li hesabê xwe ya tûra civakî “Twetter” belav kir û red kir, ku Mc Gurk serdana Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kiribe.

Berpirsê Pêwendiyên derve yê berê li Kantona Kobanê û Şirovekarê Siyasî Idrîs Nasan îro ji K24ê re ragihandibû, ku Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett Mc Gurk bi armanca piştgiriya hêzên kurdî di şerê li dijî DAIŞê û gotûbêjkirin li ser desbasbûna Hêzên Sûriyê ya Demokratîk (HSD) li Rojavayê çemê Feratê ye.

Di dawiya meha Mijdarde, Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett Mc Gurk serdana bajarê Kobanê kirbû û li gel berpirsên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hevdîtin kiribû.