“Armanca rakirina parêzbendiyê dûrxistina parlamenterên HDPê ye ”

Li Stenbolê komeke siyasetmedar û nivîskar der barê rakirina parêzbendiya parlementeran de li hev civiyan. Hat ragihandin ku armanca rakirina parêzbendiya parlamenteran ew e, ku HDP bi temamî ji parlamentoyê were dûrxistin.

K24 – Stanbol

Li Stenbolê komeke siyasetmedar û nivîskar der barê rakirina parêzbendiya parlementeran de li hev civiyan. Hat ragihandin ku armanca rakirina parêzbendiya parlamenteran ew e, ku HDP bi temamî ji parlamentoyê were dûrxistin.

Rakirina parêzbendiya parlamenteran weke mijareke sereke di siyaseta Tirkiyê de cihê xwe girtiye. Li ser meseleyê hinek nivîskar, lêkolîner û siyasetmedar di civîna partiya kesk û çep de fikrên xwe anî ziman. Li gor beşdaran bi rakirina parêzbendiya parlamenteran rê li ber siyaseta demokratîk dê bê girtin.

Wezîrê berê û Serokê kompanyaya rapirsiyê yê KONDAyê Tarhan Erdem amaje kir ku rêvebirên dewletê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe hewl didin ku HDP nekeve parlamentoyê.

Erdem got: “Eger Selahattîn Demîrtaş ji bo destûra hikûmetê bigota erê dê evqas nediçûn ser HDP'ê. Ji bo meseleyê parêzbendiyê wisa xuya dike ku referandûm dê bê kirin. Tê gotin bo bidawîbûna terorê parêzbendî tê rakirin. Lê derew e. Di vir de yek amac heye ew jî avakirina rejîma Tayyîp Erdogan e.”

Ak Partî, MHP û hinek parlamenterên CHP'ê ji bo rakirina parêzbendiyê erê dibêjin, lê HDP bi temamî dibêje nexêr. Nivîskar Erol Katircioglu jî da zanîn ku dewlet û AK Partî ji hebûna HDPya ku wek nûnerê Kurdan tê pejirandin nîgeran e û naxwaze parlamenterên HDP'ê li meclîsê bimînin.

Katircioglu got jî: “Polîtîkaya dewletê ya li ser Kurdan di vir de xuya ye. Piştî referandûmekê hilbijartina pêşwext jî dê bê kirin. Gengeşiya li nav siyasetmedaran tesîreke nebaş dide ser civatê jî.”

Bêyî referandûm ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran dengê 367 parlamenteran pêwîst dike. Ev hejmar neyê peydekirin bo referandûmê dengê 330 parlamenteran têrî dike. Di dengdayîna roja îniyê de di navbera 330 û 367 parlamenter eger dengê erê bidin, dê referandûm bê kirin.