Mûşekeke artêşa Tirkiyê li lîstikgeheke Qamişlo dikeve: 7 birîndar

Li Qamişlo Topeke artêşa Tirkiyê li lîstikgeha tope pê ket, di encamê de 3 lîstikvan birîndar bûn.

K24 – Qamişlo

Li Qamişlo mûşekeke artêşa Tirkiyê li lîstikgeha tope pê ket, di encamê de 7 di navbera lîstikvan û kesên sîvîl birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro demjimêr 16:45 mûşekeke artêşa Tirkiyê li lîstikgeha topa pê ya taxa Aşûriyê ya Qamişlo ket. Li gor zanyariyên destpêkê, di encamê de 7 kes di navbera lîstikvan û kesên sîvîl birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyên Rihmê ya Qamişlo hatin veguhastin.

Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ku rewşa 2 kesan ne cîgir e, ku niha li nexweşxaneyê di neşterciyê de ne. 5 kesên din yên birîndar jî birînên wan sivik bû û ji nexweşxaneyê çareseriya bizîşkî dîtin û gihêştin malên xwe.