Li Mêrdînê kesek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê kesek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Duh, danê nîvro li bajarê Mêrdînê Gundê Baglicayê endamên PKKyê bi ser malekî de girtin û kesekî bi navê Kazim Kavak kuştin. Li ser vê bûyerê hejmarek leşker û ambûlans ber bi wî gûndî ve hatin vegûhestin. Lêbelê bombeya ku, li ser rê hatibû danîn dema wesaîta leşkeran derbas dibû ji dûr ve hate teqandin. Di encamê de 8 leşker birîndar bûn.
Piştî bûyerê rê ji vegûhestinê re hate girtin û ji bo girtina endamên PKKyê hêzên ewlekariyê dest bi operasyonek berfireh kirin.
Tê îdiakirin kesê hatî kuştin mixtar û cerdewanê berê ye. Heta niha di vê derbarê de ji aliyê PKKyê ve ti daxuyanî nehatiye belav kirin.