Yekîtiya Ewropayê rakirina parêzbendiyan şermezar kir
K24-Navenda Nûçeyan
Yektiya Ewropayê (YE) rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şermezar kir û ew kiryar bi şaştiyeke dîrokî binav kir.
Duh, Parlamentoya Tirkiyê, bi piraniya dengan rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê vedike, qebûl kir. Bi vî rengî rêya girtin û dadgehkirina parlamenterên HDPê vebû.
Piştî wê bûyerê, berpirsiyara siyaseta derve ya YE, Federîka Mogherînî û berpirsê siyaseta firehkirina YE, Johannes Hahn di daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş de nerazîbûna xwe li hember rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nîşan dan û ragihandin, dan zanîn ku, divê rakirina parêzbendiyê ji bo hemû endamên parlamentoyê hiqûqî be ne siyasî.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, AKP bi rakirina parêzbendiyan şaştiyeke dîrokî kir.
Di daxuyaniya Mogherînî û Hahn de hatiye ku, Yekîtiya Ewropayê bêdeng li hmberî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê namîne, lewma divê pêvajoya dadgehkirina wan parlamenteran bi awayekî şefaf û hiqûqî birêve biçe.