Reqa: DAIŞê 70 kes ji hev kuştin

Li bajarê Reqaya Sûriyê çekdarên DAIŞê bi hev ketin, di encamê de 7 kes ji hev kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Reqaya Sûriyê çekdarên DAIŞê bi hev ketin, di encamê de 7 kes ji hev kuştin.

Li gor ajansa “Sputnik”, li Bajarê Reqayê di navbera çekdarên DAIŞê de yên baskê el-Hazimî û baskê ei-Bexdadî de şerekî tund derket, di encamê de ji her du aliyan 70 çekdarên DAIŞê hatin, ku piraniya wan çekdarên biyanî bûn.

Di dema dawî de û li gor Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, pêngava rizgarkirina Reqayê nêzîk bûye. Herwiha firokeyên hevpeymanan belavok bi ser welatiyên Reqayê ve barandin, ji wan xwastin ku ji malên xwe derkevin û Reqayê vala bikin.