Li Diyarbekirê traktorek bombebarkirî hat desteserkirin

Li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve traktoreke bombebarkirî hat desteserkirin û bi awayeke kontrolî hat teqandin. Li gorî daxuyaniyên fermî li cihê bûyerê pevçûn çê bûye û ajokarê traktorê hatiye kuştin. Lêbelê çavkaniyên herêmî dibêjin pevçûn derneketiye û ajokar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li nêzîkî cihê bûyerê hatiye kuştin. Tê gotin ku ajokar PKK'yî bû lêbelê PKK'ê hê jî derbarê bûyerê de ti daxwiyanî nedane.

K24 – Diyarbekir

Di daxwiyaniya parêzgeriyê de tê gotin ku şeva 21.05.2016'an demjimêr li derdora 02.00'ê di dema ku hêzên ewlekariya Tirkiyê rêya gundê Yaytaş ango Karawîl'ê yê serbi Yenîşehîrê ve kontrol dikin traktoreke bombebarkirî tê tesbîtkirin; lêbelê traktor nasekine û karê revê dike lê di demeke kin de tê desteserkirin. Parêzgerî radigihîne ku derdorê 2-3 ton teqemenî li traktorê barkirî bû.

Ramorka traktorê li ciheke dûrê gundewaran bi awayeke kontrolî ji hat teqandin.  Li cihê bûyerê çaleke ku derdora 5 metreyan fireh û 2 metreyan kûr vebû. Li cihê bûyerê tenê hin perçeyên romorka traktorê man.

Di 5 mehên dawî de li navenda bajarê Diyarbekirê û navçeyên wê ev cara 8'emîn bû ku wesayitên bombebarkirî tê teqandin. Di bûyerên heta niha de sivîl û hêzên ewlekariyê jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 180 kes jî birîndar bûne. Di nava bajêr û derdora bajêr tedbîrên ewlekariyê bi awayeke berfireh hatine zêdekirin.