HDP nameyek ji Ban-Ki Moon re şand

"li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan her ku,diçe zêdetir dibe."

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)derbarê mafê mirovan û şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê de nameyek ji bo Sektereterê Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Ban-Ki Moon re şand.

Hevserokên wê partiyê Selahatîîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nameyê de diyar kirin ku, li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan her ku,diçe zêdetir dibe.

Di nameyê hat gotin ku, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ser navê xwe rejîmek ava kiriye û sûncê mirovahiyê dike. Bi siyaseta xwe dibe sedema krîzên siyasî û mirovî û ew ji ber vê yekê nîgeran in.

Demîrtaş û Yuksekdag herwiha balê kişandin li ser şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê dan zanîn ku, kurd bi kuştin dagirkirinê re rû bi rû ne û pêwîste Lûtkeya Alîkariya Mirovî ya Cîhanî ku, Li Stenbolê birêve diçe û Tirkiye mazûvaniya wê dike li ser vê meseleyê hestiyar be.