Sûriye: 120 kesan canê xwe jidest dan

Li Tertos û Ceblê ya Sûriyê DAIŞê gelek êrîş û teqîn kirin, bêhtir ji 120 kesî canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tertos û Ceblê ya Sûriyê DAIŞê gelek êrîş û  teqîn kirin, bêhtir ji 120 kesî canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li her du bajarên qeraxa deryaya Spî Tertos û Ceblê, çend êrîş li dijî sivîlên Elewyan hatinkirin, di encamê de 120 kesî canê xwe jidest da.

Rewangehê diyar kir, 73 kes li Tertosê hatine kuştin, 48 jî li Ceblê hatin kuştin.

Herwiha îro DAIŞê êrîşên ku li her du bajaran bûne li xwe girt.

Tertos û Ceble, du bajarên Sûriyê yên li ser deryaya Spî ne, piraniya xelkên wê ji pêkhateya Elewî ne û di destê rêjîmê de ne. herwiha navendên leşkerî Rûsyayê jî lê hene.