Xwendekarên Qamişlo nerazîbûnekê nîşan didin

Şagirtên bajarê Qamişlo, sibe mangirtinekê li pêşiya Komelgeha Perwerdê ya li bajarê Qamişlo lidar dixin.

K24 – Qamişlo

Şagirtên bajarê Qamişlo, sibe mangirtinekê li pêşiya Komelgeha Perwerdê ya li bajarê Qamişlo lidar dixin.

Wezareta Perwerdeya Sûriyê biryar da, ku navendên pêşkêşkirina ezmûnên pola 12ê yên tevahiya bajarên bi ser parêzgeha Hesekê ve, ku bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweser jî li xwe digire, bo navenda bajarê hesekê bê.

Ev biryar piştî pişniyara Rêveberiya Perwerdeya parêzgeha Hesekê ya bi ser rêjîma Sûriyê ve hate standin, li gor vê yekê jî nêzîkî 8 hezar şagrit ji tevahiya bajaraên Rojavayê Kurdistanê dê neçar bin herin bajarê Hesekê bo ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Bi mebesta rakirina vê biryarê sibe hejmarek ji şagirtên bekelorya, dê mangirtinekê li pêşiya Komelgeha Perwerdê ya li bajarê Qamişlo lidar bixin.

Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) dibêje, ev biryar yek ji lîstikên ku di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê tê meşandin û ewê bê helwest nemîne.