Qamişlo: Xwendekarên Bekeloryayê ketin mangirtinekê

Xwendekarên pola 12an ango bekeloriya li bajarê Qamişlo bi armanca vegera ezmûnan ji bajarê qamişlo re, mangirtinek li pêş Komelgeha Perwerdeyê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê lidar xistin.

K24 – Qamişlo

Xwendekarên pola 12an ango bekeloriya li bajarê Qamişlo bi armanca vegera ezmûnan ji bajarê qamişlo re, mangirtinek li pêş Komelgeha Perwerdeyê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê lidar xistin.

Piştî biryara Rêveberiya Perwerdeyê li parêzgeha Hesekê bi veguhestina ezmûnên pola 12 ji bajarê qamişlo bo bajarê Hesekê, ev yek bû cihê nerehetiyê li cem xwendekar û malbatên wan, çinkû bi vê proseyê dê bandoreke xerab li xwendekar bike bi sedema dûrbûna rê û metirsiya rewşa ewlehî û bi taybetî piştî teqînên ku li vê dawî rû danbûn.

Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro bi daxuyaniyekê ev biryara veguhastina ezmûnên xwendekar bo Hesekê şermezar kir û daxwaz ji rêxistina NUESCO û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir, ku destêwerdanê di vê pirsgirêkê bike, da ku xwendekar ezmûnên xwe li navendên nêzîkî deverên xwe bikin.

Ezmûnên xwendekarên bekeloryayê di 30 Gulanê de dest pê dikin.