MHP kongreya xwe ya awarte lidar dixe

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê, biryar da ku Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di demeke nêzîk de kongreya xwe ya awarte li dar bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê, biryar da ku Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di demeke nêzîk de kongreya xwe ya awarte li dar bixe.

12'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Enqerê, biryar da bû ku MHP di nêzîktirîn dem de, kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Biryara dadgehê ji hêla Dadgeha Bilind ya Tirkiyê ve hat erêkirin û MHP, di bin serokatiya 3 dadwerên bangewaz, kongreya xwe ya awarte dar dixe.

Ev demeke di nav MHP'ê de nîqaşên darxistin û nedarxistina kongreyê berdewam dikin. Serokê Giştî yê Partiyê Dewlet Bahçelî, kongreya awarte qebûl nake û heta niha kî ev bang kirine ji partiyê dûr xistine. Lê 4 kesên ku heta niha namzediya xwe bo serokatiya partiyê aşkera kirine, kongreyek pêşwext dixwazin.

Li gorî anketên lêkolînan, eger Meral Akşener di kongreyê de wek serokê giştî bê hilbijartin dê dengên MHP bilind bibin ku AK Partî bi serê xwe nikaribe hikûmetek ava bike.