Êd Royis: Yasa yên nû, rê dide Emerîkayê rastexo çekan bide Pêşemerge
K24- Hewlêr
Êd Royis serokê Komîte ya Peywendî yên derve di Kongirês a Emerîkayê de raghend: Divê ewê rastîyê ji bîr nekîn ku Kurd rol a serekî hebûye di şerr ê Daişê de.
Êd Royis, serok ê Komîte ya Peywendî yên Derve di Kongirês a Rmeîkayê de, di heveyvînek a taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Ji Waşitinê ve aşkera kir ku çend yasayek pêşkeşî Kongirês a Emerîkayê hatîne kirin ku li gor wan yasayayn rê dihê dan bi Emerîkayê ku rastexo hêz a Pêşmerge pirr çek bike.
Herweha got: berî çend hefteyan ez lio Hewlêrê bûm û ew delîve bo min çê bû ku ji nêzk ve meşq û rahînan ên Pêşmergeyan bibînim û min hest bi şanazîyeka mezin kir di bînîn a wan dîmenan de û azayî ya hêz a Pêşmerge li dijî Daişê. Lew pêdivîye Emerîka kar ên zêdetir bike.
Êd Royis got: çend piroje yasayekm jî hatîne pêşkeşkirin bo Kongirês a Emerîkayê ku rê sanahî dike bo pirr çekkirin a hêz a Pêşmerge bi awayek a rasterast, nemaze dabînkirin a ew çek ên ku bo şerr ê dijî Daişê de harîkar be.
Êd Royis got jî: Divê ewê rastîyê ji bîr nekîn ku Kurd rol a serekî hebûye di rûbirûbûn a çekdar ên Daişê de.