Bogdanov: Danûstandinên Cenêvê piştî Remezanê dest pê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, dibe ku danûstandinên Cenêvê piştî meha Remezanê dest pê bike û careke din tekezî li ser beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demikratîk (PYD) kir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha demek ji bo destpêkirina gera bê ya danûstandinên Cenêvê nehatiye destnîşankirin, lê ew li benda agahiyên Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Stêffan De Mistura dimînin.
Bogdanov amajie bi wê yekê jî kir, ku hîn nûnerên Sûriyê ji bo danûstandinên rasterast ne amade ne. Bogdanov tekez jî kir, ku ew rijd in bo beşdariya PYDê di wan danûstandinan de, ku li gor Bogdanov heger PYD beşdar nebe, ew danûstandin biser nakevin.
Opozîsyona Sûriyê PYDê bi hevalbendê rêjîma Sûriyê dinase, ji ber vê yekê jî PYD bo danûstandinên Cenêvê nehatiye vexwendin. Herwiha hin welatê herêmê jî piştgîriya opozîsyona Sûriyê di pirsê de dikin.
Tê zanîn ku, danûstandinên opozîsyona Sûriyê ligel rejîma wî welatê bi sedema çend pirsgrêkan mîna berdewamiya bombarankirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve hatine rawestandin.