Rizgarkirina Reqayê di navbera ENKS û TEV-DEMê

Kampîna bakurê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HS) û alîgirên wê ve û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b615d857-2b30-4562-b1ab-e8f73099ee52/kampinareqa-qami%C5%9Flo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Kampîna bakurê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û alîgirên wê ve û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.

Berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin, ku operasyona paqijkirina Reqayê ji DAIŞê, pir girîng e ji kurdan re, herwiha ji hemû xelkên Sûriyê re, çimkî ew jêdera sereke ye, ku gefê li ser jiyana pêkhateyên Sûriyê bi tevayî dike.
Hevserokê PYDê Salih Muslim got: “Rizgarkirina Reqayê ji bo kurdan pir girîng e, çimkî çi teqînên ku li Kobanê rû didan, jêdera wan ji Reqa û Girê Spî bûn. Da ku em bi rehet di malên xwe de raz in divê dostên me di Reqayê de bin yan jî em bixwe tê de bin.” 

Berûvajî vê yekê Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) helwesteke cuda diyar dike. Endamê Pîlotbîroya Partiya Demikrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Muhemed Ismayîl dibîje: “Hevpemaniya Navdewletî dê mifayê bigire, ji çi hêzeke ku li ser erdê şerê DAIŞê bike, dûrî maf û netewên miletan. Em wekî miletê Kurd ti berjewendiyên me li wir tune ne, lê em bi Hevpeymaniya Navdewletî re ne, ku şerê terorê were kirin li ser asta cîhanî û doza Kurdî dê ti mifayê ji çûna şervanên Kurdan bo Reqayê nebîne.”