Banga HDPê ya komkirina îmzeyan bê bersiv ma

Parlamenterên CHPê tekez kir ku, ew ên bersiveke erênî nedin HDPê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/83c4df03-0171-4380-a32a-6f34db31024e/DiParezbendiyanDeSeriledanaYekun.ism/manifest

K24-Navenda

Banga HDPê ya bo komkirina îmzeyan ya bo serîlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn bê bersiv ma. Parlamenterên CHPê tekez kir ku, ew ên bersiveke erênî nedin HDPê.

Banga HDPê ya komkirina îmzeyan bo serîlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn bê bersiv ma. Parlamenterên CHPê teqez kir ku, ew ên bersiveke erênî nedin HDPê.

Rêya serîlêdana bo Dadgeha Destûra Bingehîn ku, bo guhertina destûrî ya ku, parêzbendiya 138 parlamenteran rakir betal bibe, bi temamî xitimî. Li parlamentoya Tirkiyê tu kesî bersiveke erênî neda daxwaza HDPê ya ku herî zêde parêzbendiya parlamenterên wê rabû ye. Yek ji wan partiyên ku, HDP li benda piştgirya wê bû CHP bû. Lê belê CHPê teqezî li wê yekê kir ku, dê tu parlamenterên wan tevlî kompanyaya HDPê ya komkirina îmzeyan nebin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bernameya televîzyonekê de diyar kiribû ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn nedin, lê heger parlamenterên wan bixwazin dikarin bi awayekî şexsî serî li dadgehê bidin. Herwiha pirsên ku hin parlamenterên CHPê li dijî helwesta Kiliçdaroglu ye, li parlamentoyê, ji hin parlamenterên CHPê hate pirsîn. Hin kes ji aşkerekirina fikra xwe reviyan.

Derbarê vê mijarê  Parlamenterê CHPê Ûnal Demirtaş wiha got:"Rêveberên partiyê, daxauyaniyên pêwîst dan. Ji bo serîlêdanên şexsî daxwazname têne amadekirin. Hevalên me yên ku dixwazin dê serîlêdana xwe bikin."

Derbarê rakirina parêzbendiyan de, hin CHPî ji şirovekirinê reviyan lê belê hinan ji wan gotin ew digel daxuyaniyên Kiliçdaroglu ne. CHPiyan diyar kir ku ew ê serîlêdana şexsî bikin û bi HDPê re tevneger in.

Ji aliyê xwe ve Parlamenterê CHPê Ozkan Yalim wiha axifî:"HDP û CHP bi tu awayî ne li ser xetekê ne. HDP wê di nava xwe de serîlêdanekê bikin. CHP jî dê li gorî xwe tevbiger e. Tu CHPyî dê li cem HDPiyan cih negire û îmzeyan jî nede."

Partiya Demokratîk ya Gelan, HDP, piştî vê helwesta neyînî ya CHPê niha jî çavê xwe berda wan 80 parlamenterên ku di hilbijartina guhertina destûrê ya bo rakirina parêzbendiyan de dengên neyînî dane. Li gorî vê yekê çend ji wan parlamenteran ku, bi dengên xwe yên neyînî derketine pêş ev in: Muharrem İnce, Eren Erdem, Sezgîn Tanrikulu û Alî Haydar Hakverdî.