Li Rojava pirsgirêka kêmbûna derman û alavên pizîşkî

Li gor pisporan bûhabûna kirêya vegûhestina sîrom û dermanan di rêyên asmanî re bigirtina dergehên sînorî û dorpêça ku, li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye sepandin, sedemên sereke ne yên kêmbûna pêwîstiyên tenderûstî
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/740e042e-ad88-4049-9349-85a632429ff1/Sirum.ism/manifest

K24-Qamişlo

Li Rovavayê Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna alavên pizîşkî û qutbûna madeyên pêwist bo pêkanîna neştergeriyan weke, bencê, herwiha hin cûreyên sîromê heye.

Li gor pizîşkîn deverê, ew êdî nikarin hin neştergeriyên zehmet çêbikin bi taybet dema ku, pêdevîyên wan neştegeriyan ji dervî bajarên kurdî bin.

Derbarê vê mijarê Dr.Gîvara Hemo ji K24ê re wiha got: "Ji aliyên pizîşkeî de gelek kêmanî hene , eger yek bixwaze movekekê ji kesekî nexwş re bigûhere tenê yek bijarede heye, ji ber ku kargeh li Şamê ne, herwiha alavên ku, em bi kar tînin gelekî kevin in, eger pêdeviya me bi platîn ango tiştekî nuh hebe divê em bêtirî mehekê çaverêya barhigiran bin ku, ji berku, bi rêya DAIŞê re tên  bi nirxekî giran jî dighêje destên me."
peydabûna coreyên sîromê ji bo nexweş û brîndarên ku, li xestexaneyên Rojavayê kurdistanê bilav dibin bûye barekî giran li ser milê kesên pêwendîdar.
pizîşkên deverê amaje bi wê yekê jî dikin ku, nirxê daneke sîrom gihştiye 3 dolarên Amêrkî
lewma nexwşên ku, pêdviya wan bi gelek sîroman hebe pêşwaziya wan nayê kirin.Herwiha karmendên saxlemiyê tekez dikin ku, heger pirsgrêka sîroman berdewam bike eger heye ku, hejmarek nexwşxane bên girtin.

Derbarê vê babetê Dr.Ebdulbaqî Meşayîx ji K24ê re wiha axifî:"Pirsgirêka herî mezin niha li Qamişlo kêmbûna sîrom û derman e , eger ev pirsgrêk wiha berdewam kir, dê piraniya nexwşxaneyan bêne girtin , ji berku, dema derman nebe em nikarin tiştekî ji nexwşan re bikin."
Li gor pisporan bûhabûna kirêya vegûhestina sîrom û dermanan di rêyên asmanî re bigirtina dergehên sînorî û dorpêça ku, li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye sepandin, sedemên sereke ne yên kêmbûna pêwîstiyên tenderûstî.

Herwiha alîkariyên pizîşkî yên ku, di rêya saziyên mirovî re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, li bazrên reş têne firotin,  çareya herî baş ewe ku, kargehên sîrom û dermanan li deverê bêne vekerin.