Asayişa Rojava: Xwepêşandanên ENKSê jiyana welatiyan dike metirsiyê

Asayişa Rojava dibêje, ku çalakî û xwepêşandanên ENKSê bê girtina moletê jiyana welatiya dike metirsiyê, hêzên wan jî bi erkê derbarê parastina jiyana xwepêşandanan radibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava dibêje, ku çalakî û xwepêşandanên ENKSê bê girtina moletê jiyana welatiya dike metirsiyê, hêzên wan jî bi erkê derbarê parastina jiyana xwepêşandanan radibe.

Navenda Ragihandinê ya Asayişa Rojava, îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) roja 26 Gulanê li Amûdê pabendî yasayên Encûmena Zagonsaz nebû û xwepêşandek birêve bir û jiyana welatiyan tûşî metirsiyê dike. Lewre asayişê bi erkê xwe derbarê parastina xwepêşandaran rabû.

Herwiha di daxuyaniya asayişê de hat jî, ku ENKSê roja 28 gava hêzên bi erkên xwe radibûn, hin kesên ku xwepêşandan orgenîz dikirin û jiyana welatiyan tûşî metirsiyan dikirin, girtin.

Şeva borî Asayşa Amûdê, herdu endamên Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Enwer Naso û Ebdulîlah Ocê, herwiha  endamên partiyê Mihsin Xelef û Ridwan Hemo girtin.

Herwiha ji demekê de, Asayîşa Rojavayê li gundên Amûdê, Dêrikê û Efrînê dest bi hilmeteke girtina xortan bo cibicîkirina erkê xweparastinê kiriye.