Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li karkeran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 1ê Gulanê, bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanî pîrozbahî li kedkar û karkeran kir û daxwaz kir ku giringî bi başkirina şert û mercên jiyana wan bê dayîn.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyan li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, silav li ked û westabûna wan dikim û hêviya bexteweriyê, jiyanek xweş û serfiraziyê ji wan re dixwazim.

Di demekê da ku, ez erk û keda karkeran û rola wan ya çalak ya di proseya avakirinê û binyatdananê da bilind dinirxînim, ez tekezî li ser piştevaniya berdewam ya ji bo hemû maf û daxwazên wan yên rewa û pêwîstiya bi hebûna qanûneke pêşkeftî û modern dikim ku, aqar û jîngehek guncayî ji kar û jiyaneke baştir ji bo çîna kedkar ya karkeran û malbatên wan pêk bîne.

Bi vê minasebetê ez sendîka û rêxistinên karkeran teşwîq dikim ku ji bo dabînkirin û parastina mafên karkeran û dabînkirina derfetên kar û pêkanîna wekheviyê di derfetên kar da karê baştir bikin û hewlên zêdetir bidin, herwesa divê aliyên peywendîdar çavdêriya xêzanên wan karkeran bikin yên ku di dema kar da jiyana xwe ji dest daye û girîngî bi baştirkirina rewşa jîn û jiyara wan bidin.

Yekê Gulanê li hemû aliyan pîroz be û bêhnvedaneke aram ji bo karkeran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Gulanê 2024