Kiliçdaroglu: Erdogan dixwaze parlementoyê jî nehêle

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) dibêje, yên dixwazin sîstema serokatî bînin Tirkiyê, heta xwîna wî nerijînin, nikarin vê sîstemê li Tirkiyê bicih bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) dibêje, yên dixwazin sîstema serokatî bînin Tirkiyê, heta xwîna wî nerijînin, nikarin vê sîstemê li Tirkiyê bicih bikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li bajarê Koln ya Almanyayê, beşdarî çalakiya pîrozbahiya 19'ê Gulanê ya şaxa ciwanên CHP'ê bû. Kiliçdaroglu got, niha Serokomarê Tirkiyê dixwaze parêzgeran, şaredaran, dadweran, balyozan, parlamenteran bixwe erkdar bike û tu rola Parlamentoyê jî nehêle.

Kiliçdaroglu da xuyakirin, dibe ku hin kes vê xeyalê bibînin, lê wek berê jî gotiye, heta ku xwîna wî neyê rijandin û laşê wî neyê binpêkirin, kes nikare sîstemek wiha bîne Tirkiyê.

Kiliçdaroglu, hikûmeta Tirkiyê tometbar kir ku, bi rijandina xwînê ser piyan dimîne û rê daye PKK bajarên bakurê Kurdistanê bi çekan tijî bike.