Parêzgarê Şirnexê: Dewletê rêveberê DBPê ne girtiye

Bavê Hurşit Kulterê dipirse, eger kurê wî nehatiye binçavkirin, li ku derê ye? Gelo dewletê dîsa dest bi kuştinên kiryar nediyar kiriye?

K24-Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Şirnexê daragehand ku, Hurşît Kulter, Rêvberê Partiya Herêmên Demokratîk ya Şirnexê ji hêla hêzên ewlehiyê ve nehatiye binçavkirin.

Beriya 3 rojan navnîşanekê Twitterê ku, wek nefermî ya hêzên ewlekariya Tirkiyê ya bakurê Kurdistanê tê naskirin, wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter weşandin û hat ragehandin wan Kulter girtiye binçavan û piştre jî kuştine.

Kulter, di 27'ê mehê de, peyamekê telefonê şand û got, "Dora min girtin. Ber bi min ve tên. Heqe xwe helal bikin."

Piştî vê Parlamenterên HDPê li Parlamentoya Tirkiyê ji Wezareta Navxweyî agahî xwestin û malbata Kulter jî serî li Parêzgariya Şirnexê û Berpirsên serbazî û polîsên Şirnexê dan. Lê ji hemûyan bersiva "Kulter nehatiye binçavkirin" hat girtin.

Bavê Hurşit Kulterê dipirse, eger kurê wî nehatiye binçavkirin,  li ku derê ye?  Gelo dewletê dîsa dest bi kuştinên kiryar nediyar kiriye?