Li bajarê Dîlokê 17 kes hatin girtin
K24-Navenda nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê 17 kes bi îdiaya endamtiya PKKyê hatin girtin.
Di 25ê Gûlanê de hêzên ewlekariyê li bajarê Dîlokê operasyonek berfireh pêk anîbûn û piraniya wan karmendên dewletê û xwendevan 20 kesan bi iddiaya piştgiriya PKKyê dikin bin çav kiribûn.
Piştî lêpirsîn dadgehkirinê Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk Demet Paksoy jî nav de 17 kes hatin girtin.