Li navçeya Pasûrê 5 leşker birîndar bûn
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê navçeya Pasûrê hemberî baregeheke serbazî bi otombêla bombebarkirî eriş hat kirin. Di encamê de 5 cerdevan birîndar bûn.
Şeva borî, hemberî baregeha Serbazî ya Seyrekê ku, li ser rêya navçeya Pasûr û Licê ye, bi otombêleka bombebarkiriê êriş hat kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24 ragehand, beriya teqandinê di navbera endamên PKKê û cerdevanan de pevçûn derket û beriya ku otombêl bigehê armanca xwe hat teqandin.
Li gor agahiyên destpêkê, di encamê teqînê de 5 cerdevan birîndar bûn. Hat ragehandin, di berdewamiya pevçûnan de endamêkî PKK'ê hatiye girtin.