Şerê rizgarkirina Reqayê û nerînên cuda

Beşek ji welatiyan debêjin ku, nabe kurd serê rimê bin di wê piroseyê de.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Pêşvecûna hêzên Sûriyê ya Demokrat(HSD) ber bi gundên bakurê bajarê Reqayê ve, karvedan û gelek pirs ligel xwe anîn.

Gelo eger heye ku, HSD derbasî bajarê navhatî bibe, 

sekirdeyên Tevgera Civata Demokratîk(TEV_DEM) wê yekê dûr nabînin û dibêjin ku,  wan gelek peywendî û têkilî ligel hejmarek êlên Ereban di nava Reqayê de kirine, herwiha ew bi hêvîne ku, xelkên Reqayê tevlî sistema fedralîzmêa Rojava û Bakurê Sûriyê bibin.

Derbarê vê mijarê Berpirsên Pêwendiyên Derve yê Kantona Kobanê Omer Eloş ji K24ê re wiha got:"Me gelek têkilî ligel êlên Reqayê dekirine, me bi hev re pirojeyek derbarê qonaxa piştî rizgarkirina bajarê deyneye , em bi hêvîne ku, miletê Reqayê pirojeya tevlîbûna wî bajarî nav sîstema federaliyê erê bike.

Di demekê de ku, HSD kontrolikirina bajarê Reqayê giring û stratîçîk dibêne ku, bibe mîna çareyekê ji bo vekirina dorpêça ku, li ser Rojava hatiye sepandin di heman demê de hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê dene ku, ti berjewndiya kurdan di şerê Reqayê de tûneye,  

pêwîste ku, rizgrakirina navçeya di navbera Efrînû û Kobanê de pilana  serke be di vê qonaxê de .

Derbarê vê yekê Serkirdeyê partiya azadî ya kurdistanî Ebdulkerîm Etê wiha ji K24ê re axifî: "Heger kampîna rizgarkrina gundên bakurê Reqayê di berjewendiyên miletê kurd de be, helbet emê piştevaniya vê biryarê bikin, lê divê xwîna kurdên me bi erzanî neçe,û heger beşdariya kurdan grêday be, bi hin soz û peymanên devokî ji aliyê dewletên zilhêz ku, Kurdan pê bixapînin, em ne ligel in."

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê derbarê kampîna kontrolkirina bajarê Reqayê nerînên cûda tînin zîmên

Beşek ji welatiyan debêjin ku, nabe kurd serê rimê bin di wê piroseyê de. Berovajî vê yekê hin çavdêr amaje dikin ku, beşdariya kurdan di şerê li dijî terorê dikeve xizmeta doza gelê kurd li Sûriyê.